Em hêvî dikin ku hûn jî lîstikên me yên Kurdî hez bikin.
Di malpera me de 6 lîstik hene.
Çawa tê lîstin?
Xaçepirs: Ev lîstik raveya peyvan dipirse. Hin rave hatine dayîn û hûn jî li gorî van pênaseyan bi peyvekê bersivê bidin. Li ser tabloyê hin valahî hene. Li ser daneyên ku hatine dayîn bifikirin û bersivê bidin. Ev valahî bi tîpan têne dagirtin. Di gelek kategoriyan de pirs û bersiv hatine amadekirin. KiteKite: Di vê lîstikê de giloverek heye. Û li ser vê bi awayeke belawela tîp hatine dayîn. Hûn ê bi van tîpan peyvekê derxin holê. Bi hin aliyan ve xêz bikin û peyvekê derxin holê. Hangman: Ev lîstikeke kevn e. Me jî hewl da ku vê lîstikê bi zimanê Kurdî pêşkêşî we bikin. Bi taxmînkirina tîpan peyvê derxin holê. Lê hin kuralê lîstik hene. Di her pirsê de 6 mafê we yê tikandina tîpekê heye. Baş bifikirin û bersivê bidin. ;) Tiştanok: Ev lîstik piranî bi zarokan re tê lîstin. Jê re Mamik jî tê gotin. Lîstikeke aqilê ye. Bi aşkerekirina taybetmendiyên tiştekî bêyî ku navê wî bê gotin. Li gorî vê taybetmendiyê bersivê bidin. Wênepirs: Ev lîstikeke pir cuda ye. [ Bi taybetî ez pir jê hez dikim (: ] Di vê lîstikê de hin wêne têne nîşandan. Hûn ê li gorî wêneyê hatî dayîn bi tîpan peyvê derxin holê. Hêvî dikim hûn ê jî jê hez bikin. Baldar bibin mafê we yê şaşîtî heye lê sînordar e. Tîpapeyv: Di vê lîstikê de tîpên peyvê bi awayeke tevlîhev hatiye dayîn. Di heman demê de pirs jî hatiye dayîn. Li gorî pirs û tîpên tevlihekirî peyveke watedar derxin holê
Çavkaniyên me çi ne?
Peyvên ku di sîstema me de cih digirin piranî ji malperên wekî Wîkîpediya Kurdî, Xizmeta Ferhengê bi navê Glosbe Kurdî hatine wergirtin.
Her wiha di malpera me de 13842 heb peyv, 983 heb wênepirs û 581 heb jî tiştanok hene.
Dibe ku di malperê me de hin xeletî hebin. Dibe ku hin peyv û rave şaş bin. Di vê çarçoveyê de hûn dikarin bi riya Emaîlê me hişyar bikin. Ji bo ku daneyên me zêde bibin dikarin peyv û rave ji me re bişînin.